Jinên qeresiyan kom dikin: Em bi aramî nikarin biçin nav baxçeyê xwe

  • 09:03 22 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
 
MÊRDÎN - Jinên kedkar ên Mêrdînê yên di bin tava tûj de ji bo debara xwe bikin qeresiyan didin hevdu dan zanîn ew tevî hemû zehmetiyan ji komkirina qeresiyan kêfê digirin lê bi aramî nikarin biçin nav baxçeyê xwe û wiha gotin:"Berê me li vir kon vedida û bi şev em li vir diman. Pêwîstî pê nedima ku em rêya saetekê bimeşin. Lê belê em niha ji mirina xwe û zarokên xwe ditirsin."
 
'Em bi hev re tev digerin'
 
Ji bo em bi gundiyan re bigihêjin em bi şev diçin gund. Li Gundê Barmanê em bi germahî tên pêşwazîkirin. Beriya ku roj derkeve hemû şiyar dibin. Nimêja xwe dikin û piştî nimêjê bi lez amadekariyên xwe dikin. Ji taştê, firavînê heta dewar û hêstirên xwe amade dikin. Xwarina xwe li hêstiran dikin, dewaran didin pêşiya xwe û em jî li pey wan diçin. Heta em digihêjin dawiya gund hemû gundî jî li hev kom dibin. Hinek li tereqtoran jî siwar dibin. Dema em li rewşê dipirsin ew jî wiha dibêjin."Ev her tim wisa ye êdî ji bo me bûye weke çandekê. Em bi hev re tev digerin." Hîna saet 6 e û em bi qasî saetekê rê meşiyan heta ku em gihiştin cihê qeresiyan.
 
Tevî hemû zehmetiyan yek bûn û bi hev re şa bûn
 
Her ku diçe em bêhtir şaş dimînin û şa dibin. Çanda kurdî bi hemû şêweyên xwe li vir zindî bû. Hemû gundiyên ku rezên wan nêzî hev in li hev dicivin û taştê amade dikin. Yek zebeş dîlim dike, yek qedehên çayê amade dike. Em jî hewil didin ku di vê navberê de hemûyan nas bikin. Yên ku hatibûn hemû ne malbatek bûn, yan jî ne xwediyên rez bûn. Yan cîran bûn an jî pismam an dotmam bûn. Ji bo alîkariya hev bikin li hev civiyabûn. Aliyê vê yekê yê xweş tevî hemû zehmetiyan yek bûn û bi hev re şa bûn.
 
'Berê  em li van çolan diman'
 
Piştî ku taştêya me diqede em çayê vedixwin û di ber re sohbetê dikin. Qala serpêhatî û çîrokên xwe dikin. Em ji wan fêr dibin ku gundî rastî êrişên mezin ên tirkiyeyê hatine û niha jî di bin bandora wan de ne. Yekê wiha got:"Berê me li vir kon vedida û bi şev em li vir diman. Pêwîstî pê nedima ku em rêya saetekê bimeşin. Lê belê em niha ji mirina xwe û zarokên xwe ditirsin." Ev gotinên wan jî bala me dikişîne. Li ser van gotinan berdewam dikin û qala wan rojan dikin.
 
Çinîna qeresiyan
 
Hêdî hêdî herkes pêşmalên xwe girê didin û diçin nav baxçe. Di vê navberê de darên qeresiyan çawa şîn dibin em ji pisporê wan dipirsin. Evdila Erdem ji me re wiha qal dike: "Em di serî de darên kinêre diçînin. Piştî 2 salan ew mezin dibin, em vê carê wan fatrûm (AŞÎ) dikin. Em darên kinêre diqelêşin û şitlek ji dara qeresiyan em dixin nava wê qelaştinê. Herî dawî jî em mecûn lê dixin û parastina wê dikin. Dema ew çiqên wan mezin dibin jî qeresî pê ve tên."Em ji wê fêr dibin û em berê xwe didin jinên ku qeresiyan kom dikin. 
 
'Hem cihê debarê hem jî cihê kombûnê ye'
 
Emîne Aydogan a ku alîkariya Cemîlayê dike jî wiha ji me re diaxive:"Ez hatime alîkariya dotmama xwe. Em li vir ne tenê dixebitin, em keyfê jî dikin. Di heman demê de ev dibe holek me ya civakî. Hem cihê debarê hem jî cihê kombûnê ye. Weke ku we jî dît, em qala çîrok û serpêhatiyan dikin. Carinan hinek ji me re kilamên dengbêjiyê jî dibêjin. Em hêvî dikin ku wê di demên pêş de jî wisa berdewam bike."
 
'Em alîkar û rêheval in'
 
Em diçin nav baxçeyê Cemîla Erdem. Ew jî li gel pismam û dotmama xwe hatine çinîna qeresiyan. Cemîla ji me re wiha qala xebatên xwe dike:"Em gundî bi hev re kom dibin û heta vir tên. Em li vir her tiştê xwe bi hev re dikin û haya me ji hev çêdibe. Em alîkar û rêhevalên hev in. Ne tenê yên ku malbat in li vir in. Em cîran jî tên alîkariya hev. Ev çanda me ye û em diparêzin."
 
'Em nikarin bi aramî biçin baxçeyê xwe'
 
Cemîlayê da zanîn ku ew nikarin bi aramî biçin baxçeyê xwe û wiha dawî lê anî:"Îsal baran nehat û qeresî jî zêde gir nebûn. Lewra ji ber ku kêm bû jî biha tê firotin. Me tucar pêşberî wê keda xwe negirtiye lê vê carê baş bû. Her wiha em hêvî dikin ku li gund jî pirsgirêkên weke din rû nedin û em bi aramî werin nav baxçeyê xwe. Em nikarin êdî li van deveran heta mexrebê bimînin. Hêvîdar im ku ev rewş were guhertin."