Jinên HDP'yî bi karkerên jin ên li Edeneyê hatin gel hevdu

  • 13:54 14 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
EDENE - Meclîsa Jinê ya HDP'ê di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" li pirsgirêkên jinên karker ên li ser erd guhdar kir. Jinên kedkarên cotkariyê yên Meclîsa Jinê ya HDP'ê serdana wan kir wiha gotin:"Şerdên xebat û jinayê zor e. Em berdêla keda xwe nagirin."
 
Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hevdîtinên "Ji Xizaniya Jinê re Na" hatina gel hevdu ya bi jinan re didomîne. Meclîsa Jinê ya HDP'ê vê carê çû serdana jinên karker ên demsalî yên li ser erdê îsotan ê li Navçeya Karataş a Edeneyê dixebitin. Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter Tulay Hatimogullari, Fatma Kurtulan, Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Gulseren Tural, Hevseroka HDP'ê ya Karataşê Suzan Yildirim û gelek jin beşdarî serdana jinên kedkar bûn.  
 
'Em berdêla keda xwe nagirin'
 
Jinên di hevdîtinê de pirsgirêkên xwe anîn ziman dan zanîn ew di nava şerdên dijwar de dixebitin û wiha gotin:"Em saet di 05.00’ê sibehê de tên ser erd û heta êvarî dixebitin. Em di bin tava tûj de bi saetan îsotan didin hevdu. Em îsotên didin hevdu dixin qaseyan. Xebata di germahiya Edeneyê de zor e. Heqdestê em digirin jî 85 TL ye. Dema em vê heqdestê bi misrefên xwe didin wê demê tiştek di destên me de namîne. Em berdêla keda xwe nagirin."
 
'Konên hatine vegirtin ne li gor şerdên jiyanê ne'
 
Jinên diyar kirin ku konên hatine vegirtin ne li gor şerdên jiyanê ne wiha gotin:"Binê kon gelekî germ e. Loma zehmet e. Di hewa germ û bi rewa de em nikarin hilmê bigirin. Li vir pirsgirêka paqijiyê jî heye. Makîneya me ya cilşuştinê û firaxşuştinê tune ne. Dema me re jinên kedkar be ev zortir e. Em hem li mal hem jî li ser erd dixebitin. Karê li ser jinê tê barkirin li her derê zêdetir e."
 
Heyetê rave kir keda jinê ji ber newekheviya zayendî ya ji aliyê îktidarê ve zêde dibe tune tê hesibandin û nayê dîtin. Heyetê rave kir ew ê pirsgirêkên jinên kedkar li her dere bîne ziman û hewil bide çareseriyê jê re bibîne. 
 
Heyetê herî dawî bi jinan re îsot da hevdu û dawî li serdanê anî. 
 
Dê heyet piştre biçe serdana kedkarên jin ên li kuçeyên Şakirpaşa  û  Daglioglu yên li Navçeya Seyhanê.