Bendewariya karkerên çandiniyê ji hikûmetê nemaye: Em têk diçin

  • 09:02 10 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
 
Derya Ren
 
SEMSUR - Karkerên çandiniyê yên keda wan tê binpêkirin, diyar kirin ku bendewariya wan ji hikûmetê nemaye û  gotin ew têk diçin.
 
Krîza aborî li Tirkiyeyê roj bi roj giran dibe û mirov hatine asta ku nikarin bîhna xwe bigirin. Wek her qadê krîzê bandor bandora xwe li ser qada çandiniyê jî kir. Karkerên jin yên di qada çandiniyê de dixebitin,ligel krîza aborî, li dijî feraseta serdest a mêr jî têdikoşin. Ligel ku ji hikûmetê piştgiriyê nagirin heqê keda xwe jî nagirin.
 
Li bajaroka Bulam a Çêlîkhana Semsurê, jinên li erdê titunê dixebitin, zor û zehmetiyên dijîn vegotin.
 
‘Neçarim bixebitim’
 
Saniye Horoz da zanîn ku sibehê zû radibin, diçin ser erd û got: “Em zarokan tenê li malê dihêlin. Ji ber em tenê dihêlin digirîn. Lê tiştekî ez bikim tune ye. Ez  wan tenê nehêlim wê birçî bimînin. Rewşa me li gorî karkerên demsalî baştire. Ji ber rewşa wan hîn bêtir zehmete. Ez li vir im. Nêzîkbûn hêsane.”
 
‘Kesî nehat rewşa me nepirsî’
 
Saniyeyê di berdewamiyê de daxuyand ku bendewariya gelê herêmê ji hikûmetê tune ye û ev tişt daxuyand: “Bendewariya min jî ji hikûmetê tune ye. Ji ber heta niha me tiştek ji hikûmetê negirtiye. Ez niha li herêma ku AKP qezenc dike, dijîm. Lê mirov dibêjin ‘em çima wisa bûne, em çima di vê rewşê de ne’. Sala borî ava me tunebû. Lê kesî rewşa me nepirsî. Em rewşa xwe ji rayedaran re dibêjin, lê dibêjin me aciz nekin.”
 
Saniyeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê pere tê axaftin û yên pereyê wan heye xwe digihînin her derfetê û wiha dirêjî dayê: “Hikûmet ji bo kesên pereyê wan hene her cureyê alîkariyê dide. Mînak em bêjin; aşî, divê her kes bê aşîkirin lê em dinêrin ku yên pereyê wan hene tên aşîkirin. Lê yên pereyê wan tune ye mahkumê mirinê tên kirin. Hikûmeta heyî jî bi pere diaxive. Ji bo alîgirên xwe seferber dibin. Mirov jî heta ji destê wan tên hewl didin. Lê ev heta ku derê? Bendewariya min ji hikûmetê tune ye. Em her roj hinek din têk diçin.”
 
‘Bila hikûmet biguhere’
 
Saniyeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Divê ev pergal biguhere. Divê partiyên muxalefetê jî xwe rast bikin. Li gorî min HDP jî niha li dijî tiştên tên jiyîn bêdeng maye. Divê partiyên siyasî di nav  gel de bin.  Dewletê di pêvajoya pandemiyê de hezar lîra da mirovan. Ger ku mirov  hewcedar nebûna wê ew pere negirtiba. Lê mirov hewcedarin. Divê hikûmet vê bifikire."
 
‘Jin her tim tên pelçiqandin’
 
Elîf Buyuktaş jî diyar kir ku ji sibehê heta êvarê li erdê titûnê dixebitin û qezenca wan li hember keda wan tu tiştekî îfade nake û wiha  dawî lê anî: “Em jin sibehê heta êvarê dixebitin. Lê em qiymetê jî nabînin. Mêr her tim di ser me re xwe dibînin. Lê jin her tim tên pelçiqandin. Em bi mêran re diçin nav erd lê em êvarê tên malê, ew xwe dirêj dikin û em neçarin xwarinê çêbikin. Em diwestin, têk diçin. Bi her tiştî re em mijul dibin. Keda jinê nayê dîtin. Lê hemû dema me bi xebatê derbas dibe. Wekhevî tune.”