'Bazar bûye cihê debara me jinan'

  • 09:01 10 Hezîran 2021
  • Ked/Aborî
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Jinên Şemrexê yên li bazarê dixebitin bi hewildaneke mezin keda xwe derdixin pêş. Jinên ku bi hev re dixebitin dibêjin cihê jin lê dixebitin yekitî aramî bêhtir lê tê xuyakirin.
 
Li Tirkiyeyê her ku diçe tê xwestin ku hêza jinê ya di qada aboriyê de were şikandin. Ango polîtîkayên xizankirina jinan tên meşandin. Lewra jin di her qadê de hewil didin hebûna xwe biparêzin û bi taybet jî li herêmên kurdan li dijî vê hişmendiyê weke her carî têkoşînek heye. Jinên Şemrexa Mêrdînê li qada kar jî li dijî zayendperestiyê disekinin, serî hildidin û ew jî di bazarê de di rêzên pêş de cihên xwe digirin. Li Şemrexê qada bazarê ya ku her roj çarşemê tê amadekirin bêtir jin dixebitin û ev bala gelek kesan dikişîne. Li vir jin debara xwe û ya mala xwe dikin. Xebatkarên bazarê Ayşê Abî (29) û  Cahîde Parildi (45) bi me re axivîn û qala bazarê kirin.
 
Li bazarê yek ji kesên ku herî zêde bala me dikişîne Ayşe Abî ye û hevjînê wê di girtîgehê de ye. Ayşeyê ji bo debara 3 zarokên xwe bike jî li bazarê karê firotina cilan dike. Ango bi taybetî jî têkiliya jinan, dan û standina wan a bi hev re jî balê dikişîne. Dema em li gel Ayşe radiwestin jî jinên li gel wê dixebitin tên alîkariyê û ew jî dibeze alîkariya wan.
 
'Bazar karê min ê zarokatiyê bû'
 
Ayşeyê wiha behsa destpêka xwe xebitandina li bazarê dike:"Hîna di zarokatiyê de min dest bi vî karî kir. Ev karê bavê min bû, ez jî li gel diçûm kirîn û firotinê. Karekî ku ez fêrbûme ye. Piştî ku ez zewicîm jî min li gel hevjînê xwe dest bi vî karî kir. Me bi hevre dest avêtê. Heta ku zarokên min çêbûn jî ez dihatim vir. Niha ez dayika 3 zarokan im û me bi bazarê debara xwe û ya wan kir. Lê mixabin beriya niha 2 salan hevjînê min hat girtin û êdî bar hemû ket li ser milê min. Jixwe ev karê min bû."
 
'Em barê hev sivik dikin'
 
Ayşeyê bal kişand ser alîkariya di navbera jinan de û  wiha berdewam dike:"Em ên bazarê bi hev re diçin Amedê ji wir alavên em ê bifiroşin em bi komî distînin û serê şefeqê saet di 6’an de em tên cihê bazarê. Em dest bi amedekariyan dikin. Navçeyên ku em lê dixebitin jî Dêrik û Şemrex e. Ger em li Şemrexê bixebitin em saet di 6 û nîvan de radigin, ger Dêrikê be jî ji ber rê dûre em zûtir radibin. Ev heta roj diçe ava jî berdewam dike. Dema em tên cihê bazarê jî em jin li hev kom dibin û bi hev re taştê amade dikin û dixwin. Her tiştê me bi hev re ye û ev jî barê me sivik dike. Di amadekirina sêwan û destgehên xwe de jî em alîkariya hev dikin. Heta rastkirina cilên xwe de jî."
 
'Divê ji bo jinan derfet bê dayin'
 
Ayşeyê herî dawî bal kişand ser şêweyê jiyana komînal a jinê û wiha got:"Ger em yek bin di her karî de em ê bikaribin bi xweşikahî bi ser bikevin. Em di bazarê de jî wisa ne. Ji ber wê yekê ez pir dixwazim em bi zêdahî jin bin. Niha hevpeyvîna me û têkiliya me jî bi kêf e. Divê ji bo jinan derfet bê dayin ku bêhtir bikaribin bixebitin."
 
'Jin û zarok xizan dibin'
 
Cahîde Parildi ya bi zarokên xwe re li bazarê cilan difiroşe jî wiha dibêje:"Em gundiyên xizan in. Ne erd ne jî tiştekî ku em debara xwe bikin heye, em neçar in bi karekî bigirin û debara xwe bikin. Tu bigerî tu yê bibînî ku her yek ji van jinan xwedî çîrokeke ku hatiye li vir. Em jî bi wî rengî, ji ber zehmetiyên aborî yên em dikişînin em li vir in. Tê zanîn di van pêvajoyan de qeyrana aborî û şewba koronoyê me dixe zehmetiyê ango ji karên em dikin jî em feydeyê nastînin. Herî zêde jî min xwest ez ji ber vê yekê bi we re biaxivim. Ji ber ku jin, zarok xizan dibin."
 
'Bazar bûye cihê debara me jinan'
 
Cahîdeyê di berdewamiya axaftina xwe de jî balê dikişîne ser derfetên jinê yên di kar de û wiha dibêje:"Di qada xebatê de cihê jinê hatiye tengkirin. Dema me nû dest bi vî karî kir gelek kesî gotin dikir, digotin jin in ma ev karê wan e tên nav van zilaman. Yên ku bandorê li civakê dike jî sîstem e. Li cihê ku derfet bidin jinê cihê wê teng dikin. Lê niha bipirsin, herkes ji me xweş in. Ji ber ku em xweşik karê xwe dikin. Ji ber ku em her karê xwe bi hezkirin dikin. Wekî din şansa me tune ye. Lê me bi keda xwe û hewildanênx we ev yek qezenc kir. Alîkariya tu kesî çênebû."
 
'Em dikarin her karî bi ser bixin'
 
Cahîdeyê herî dawî wiha got: "Em jin bi hev re di nava ahengekê de ne. Nexweşiya me ji hev çênabe. Li dijî ku dibêjin ev kar ne karê wan e, em kar xweşiktir dikin. Dibe zor e lê em dikarin her karî bikin. Ez bawer im xebata me ya niha jî vê yekê nîşan dide. Ev 6 sal in dixebitim, ger ne ji şewbê û qeyranê ba min ê karîba feydeyek mezin bigirta. Divê derfet ji bo me were dayin. Bi taybetî jî xebatkarên weke me bê temînat dixebitin zehmetiyan dikişînin û ji hemû cudahiyan bi bandor dibin."