TJA'yê serdana kedkarên tekstîlê kir

  • 17:21 11 Mijdar 2020
  • Ked/Aborî
MÊRSÎN - Aktîvîstên TJA'yê, li atolyeyên tekstîlê serdana kedkarên jin ên tekstîlê kirin û ji wan re kampanya "Em xwe diparêzin vegotin.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê çû serdana kedkarên tekstîlê yên jin û ji wan re kampanya "Em xwe diparêzin"  vegot. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û jinên HDP'yî jî tevli serdanê bûn.
 
Di serdana ku li navçeya Toroslarê hat kirin de, derbarê kampanyaya TJA'yê û 25'ê Mijdarê de ji jinan re agahî hatin dayîn. 
 
Jinan piştî serdanê bi balavkirina belavokan xebatên xwe berdewam kirin.