TJA'yê serdana kedkarên tekstîlê kir 2020-11-11 17:21:16   MÊRSÎN - Aktîvîstên TJA'yê, li atolyeyên tekstîlê serdana kedkarên jin ên tekstîlê kirin û ji wan re kampanya "Em xwe diparêzin vegotin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Mêrsînê çû serdana kedkarên tekstîlê yên jin û ji wan re kampanya "Em xwe diparêzin"  vegot. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û jinên HDP'yî jî tevli serdanê bûn.   Di serdana ku li navçeya Toroslarê hat kirin de, derbarê kampanyaya TJA'yê û 25'ê Mijdarê de ji jinan re agahî hatin dayîn.    Jinan piştî serdanê bi balavkirina belavokan xebatên xwe berdewam kirin.