Li Wanê şahiya zarokan

  • 16:48 27 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Mihrîcana zarokan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan ve hat lidarxistin, eleqeyek mezin dît. 
 
Bi xebateke hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan, li Taxa Xaçortê ya Wanê şahiya zarokan hat lidarxistin. Di şahiyê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ligel malbatên ku zarokên xwe anîn bernameyê gelek zarok beşdarî bernameyê bûn û zarokên beşdar bi kêfxweş bûn. 
 
Bername bi çalakiyên zarokan û Aryen Muner û Şano Wanê bi dawî bû.