'Ji ber te dev ji kurdayetiya xwe berdaye, qeyûm tayînî ser te bûye'

  • 15:14 20 Tebax 2024
  • Ramyarî
 
AGIRÎ - Berdevka Meclisa Jinan Halîde Turkoglu di daxuyaniya xwe ya li ser îstifakirina Hevşaredarê Avkevirê Mehmet Alî Bûdak a ji DEM Partiyê de wiha got: “Heta ku hûn dev ji kurdayetiya xwe berdin, hevkar û xayin bin, berê qeyûm wê tayinî ser we bibe."
 
Di pêşengiya Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, têkildarî îstifakirina Hevşaredarê Avkevir ê Agirî  Mehmet Alî Budak, li ber avahiya şaredariyê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankartên "Dijminên jin û gel ji şaredariya me derkevin" û "Hevserokatî xeta me ya binefşî ye" hatin vekirin. Beriya daxuyaniyê jin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji ketina navçeyê heta şaredariyê meşiyan.
 
'Em ê vê ferasetê qebûl nekin'
 
Piştî meşê Hevşaredara Avkevirê Cemîle Duman li ber şaredariya Avkevirê daxuyaniya yekemîn da: “Em feraseteke ku jinan paşguh dike qebûl nakin. Em tevgereke jinê ne ku li hemû cîhanê mezin bûye. Vî kesî hem îradeya jin, hem ciwan û hem jî îradeya gel xesp kir. Weke bazirganekî xwe nêzî şaredariya gel kir. Gelê me îxanet û qehremaniyê baş dizane. Em baş dizanin ku gelê me yê navçeyê wê bi me re pêşde biçin. Li dijî zîhniyeta ku şaredariyê cihê qezencê dibîne em vê têkoşînê bi kedeke mezin didin meşandin. Vî kesî gef li min xwar. Hûn ê li pêşberî vî gelî bêrûmet bimînin."
 
'Em ji bo şermezarkirina zîhniyeta qeyûman hatine'
 
Piştre Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê Halîde Turkoglu axivî û got, “Em di şexsê Mehmet Alî Bûdak de vê zîhniyetê şermezar dikin. Kî bin bila bibin, ger pergala me ya hevserokatiyê nas nekin, ji zihniyeta qeyûm ne cuda ne. Ev kes dixwaze li wê şaredariyê bi tena serê xwe li wê kursiyê rûne. Erê, ew niha tenê rûniştiye. Li pişt wî ne gel heye, ne jin, ne ciwan, gelê Kurd her roj nifiran lê dike. Niha Mehmet Alî Budak bi tena serê xwe li wê şaredariyê rûniştiye. Li wê şaredariyê li ku dinêre, tenê xwe, rûyê xwe dibîne. Lê dema ev kes li vê şaredariyê dinêrin bêşerm û bêrûmetiya Mehmet Alî Budak dibînin. Dibîne çawa îxanet li vî gelî kiriye, dibîne ku li hemberî partiya xwe çiqas bê prensîb tevgeriyaye."
 
'Gel bi DEM Partiyê bawer bû'
 
Halide, anî ziman ku Mehmet Alî Bûdak hewl dide bi rejîma yek zilamî navçeyê bi rê ve bibe û wiha got: “Lê em dibêjin ku em tu hêmanên rejîma yek zilamî qebûl nakin, red dikin. Şaredariya Taşliçayê aîdê gel e. Ew şaredarî ya gelê Taşliçayê, jin, ciwan û DEM Partiyê ye. Ji ber ku em dizanin DEM Partî gel e. Fikra DEM Partî zelal e. Demokrasî bingeh e, sosyalîst e, her tiştî bi gelê xwe re dike, hildiberîne. Ger gelê Taşliçayê partiyeke weke AKP’ê bixwesta çima dengê xwe didan DEM Partiyê? An jî dixwest bide partiyeke din, lê bawerî û baweriya xwe bi DEM Partiyê anî. Gel got Dem Partî îradeya min e û gel sîstema hevserokatiya DEM Partiyê parast."
 
Banga îstifa bike 
 
Halide bal kişand ku divê Mehmet Alî Budak demildest ji şaredariyê îstifa bike û wiha got: “Ev banga me jinan e. Hûn ê jî ji vê şaredariyê îstifa bikin. Divê hûn jî ji şaredariyê îstifa bikin. Ger îro hûn vê nekin, sibe nekin, bawer bikin ev civak heta heyamekê we ji bîr nake. Ger namûs hebe, exlaq hebe, hûn dikarin îstifa bikin û hinekî bi rûmet bimeşin. Lê heta hûn vê nekin hûn ê bibin xayin, qezenckar, talankar, dijminê jin û gelan. Em destûrê nadin vê, îradeya we jî nas nakin. Em di şexsê gelê Taşliçayê de îro li vir we şermezar dikin." 
 
Piştî daxuyaniyê jinan li navenda navçeyê meşek organîze kirin. Di meşê de bê navber dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" û "Em bêdeng namînin, natirsin, serî natewînin" hatin berzkirin. 
 
Meş bi çepikan bi dawî bû.