Perwerdeya bi zimanê dayikê tercîh dikin

  • 09:03 7 Îlon 2024
  • Çand û Huner
Gulistan Gulmuş
 
ŞIRNEX - Ciwanên diçin Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şanê, perwerdehiya ensturmanan digirin û hewldidin çand, huner û zimanê xwe bidin jiyîn. Ciwanan bang li hemû ciwanên kurd kirin ku xwedî li saziyên xwe derkevin.
 
Li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê çand û zimanê kurd hedef tê girtin û di 10 salên dawî de êriş hîn bêtir zêde bûne. Di 2016’an de bi tayînkirin qeyûman re saziyên çand û hunerê hatin girtin û asîmîlasyon girantir bû.  Li ailyê din bi tayînkirina qeyûman re gelek proje nîvco man. Yek ji van projeyên nîvco mabû Navenda Ziman, Çand û Hunerê ya Eyşe Şan ya li Sîlopiyê hat vekirinê bû. Navend di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de hat vekirin.
 
Xwendekarên diçin Navendê û estrumanan fêr dibin ji JINNES’ê re axivîn.
 
Xeyala wê lêdana sazê ye
 
Remziye Yîgît ku diçe navendê û perwerdehiyê dibîne wiha got: “Ji temenê biçûk de xeyala min lêdana sazê bû. Ez dixwazim xwe li ser çanda zimanê kurdî pêş bixînim. Dixwazim zimanê min bê nasîn. Ji ber vê hatin navenda çanda Eyşe Şan. Bila gelê me bê vir. Bila dîrok û zimanê xwe bizanibin. Bila muzîka kurdî bibin pêşerojê. Ez li sazê, erbanê û gîtarê didim. Niha zêdetir li ser sazê disekinim. Dixwazim di vî alî de xwe pêş bixînim.”
 
Zimanê dayikê tercîh dikin
 
Remziyeyê sedema çûyîna navenda Eyşe Şan jî wiha vegot: “Li cihên din jî qursên wisa hene lê ez dixwazim bêm vir. Li vir bi zimanê xwe fêr dibim. Zimanê me her tim hat qedexekirin. Ez dixwazim zimanê me derkeve pêş. Ez bang li hemû ciwanan dikim bila bên vir.”
 
‘Ev sazî ji bo ciwanan pir girîng e' 
 
Xwendekar Zinar Şeveş jî tê navendê perwerdê digire û wiha got: “Zimanê kurdî bin zextan de ye. Em dikarin xwe bi zimanê xwe îfade bikin. Ji ber vê me ev sazî tercîh kir. Ez hefteyê du caran têm vir. Du roj ji bo min têr nake lê ez gelek tiştî fêr dibim. Ez gelek pêş ketime. Ev sazî ji bo ciwanan pirgirîng e.  Ji ber vê divê em zimanê xwe biparêzin. Em biçin saziyên xwe û zimanê xwe biparêzin. Divê em ciwan destûr nedin êrişê li ser zimanê xwe.”
 
‘Divê em zimanê xwe biparêzin’
 
Bîşeng Toka jî nêrînên xwe bi gotinên ‘ev der wek mala min e’ anî ziman û wiha berdewam kir: “Em zimanê xwe li vir bi rehetî bikar tînim.Ez bang li hemû ciwanan dikim bila xwedî li saziyan derkevin. Em bi hevalên xwe re dema xwe xweş derbas dibin. Ez ji sazê hez dikim. Ez hatim vir. Derfet dan min. Ev ji bo me ciwanan pir baş bû. Saz enstrumanek cuda ye. Gelek caran em tiştên nikarin îfade bikin em bi sazê îfade dikin.  Ziman hebûna me ye. Divê em hebûna xwe biparêzin.”