Li Wanê şahiya zarokan 2024-07-27 16:48:26     WAN - Mihrîcana zarokan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan ve hat lidarxistin, eleqeyek mezin dît.    Bi xebateke hevpar a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, Aryen Hûner û ŞanoWan, li Taxa Xaçortê ya Wanê şahiya zarokan hat lidarxistin. Di şahiyê de gelek çalakî hatin lidarxistin. Ligel malbatên ku zarokên xwe anîn bernameyê gelek zarok beşdarî bernameyê bûn û zarokên beşdar bi kêfxweş bûn.    Bername bi çalakiyên zarokan û Aryen Muner û Şano Wanê bi dawî bû.