'Siyaseta dijminane li ser girtiyên nexweş tê meşandin'

  • 09:04 7 Tebax 2024
  • Hiqûq
 
Elfazi Toral
 
STENBOL - Ji ÎHD'ê Hatîce Onaran binpêkirinên mafan ên ku girtiyên siyasî bi taybetî girtiyên nexweş ên giran li girtîgehan tên kirin û wiha got: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Bêguman tiştek heye ku yên ku ji bo mafên mirovan şer dikin, bi taybetî çalakvanên mafên mirovan, tên girtin."
 
Her roj binpêkirinek nû li binpêkirinên mafên mirovan ên girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiyeyê tê zêdekirin. Girtiyên ku nikarin bigihîjin mafên xwe yên herî bingehîn jî li girtîgehan bi tundiyê rû bi rû dimînin. Her ku diçe şert û mercên girtiyan girantir dibe, daneyên di raporan de cih digirin balê dikişînin. Di "Rapora Binpêkirina Mafên Girtîgehên Herêma Marmarayê" ya 3 mehan de ku di 26'ê Tîrmehê de ji aliyê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ve hat weşandin de jî daneyên girîng hene. Li gorî rapora ku li ser serlêdanên li komeleyê ji aliyê 100 girtiyan ve ji 23 girtîgehên ku 11 jê girtîgehên herêma Marmarayê ne, hatiye amadekirin, di 3 mehan de (Nîsan-Gulan-Hezîran) 2 hezar û 916 binpêkirinên mafan hatine tespîtkirin û 7 girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.
 
Di raporê de ku balê dikişîne ser binpêkirinên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê jî, serlêdanên malbat û parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 25 sal in li Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin, hatin redkirin. 41 meh in tu xeber jê nayê girtin û 3 kesên bi wî re girtî jî tên tecrîdkirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku di nava 3 mehan de bi giştî 32 caran serlêdanên parêzer û hevdîtinê hatine redkirin.
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Hatîce Onaran têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê bi taybet girtiyên nexweş ên giran ji JINNEWS'ê re axivî.
 
'Mafên jiyanê tên astengkirin'
 
Hatîce bi taybetî bal kişand ser girtiyên nexweş ên di raporên binpêkirina mafan ên sê mehan de rewşa wan girantir dibe û destnîşan kir ku mafê jiyanê û azadiyê yê girtiyan tê astengkirin. Hatîce got, "Em dizanin ku girtiyên astengdar an jî nexweşên giran dikarin li girtîgehên Tirkiyeyê bimînin, kesên ku bêyî nexweşiyê dikevin hundir jî di demeke nêz de bi giliyên cûda, giliyên giran û pirsgirêkên tenduristiyê re rû bi rû dimînin."
 
Di 3 mehan de 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan!
 
Hatîceyê diyar kir ku ji bo binpêkirina mafan a li girtîgehan bînin rojevê, hewl didin binpêkirinên ku girtî bi wan re rû bi rû ne her bînin ziman û wiha got: “Di serî de binpêkirina mafê jiyanê û gihandina tenduristiyê ya yekemîn e. Dema em li 3 mehan dinêrin, divê ez vê jî diyar bikim ku 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dane, bi qasî ku em hîn dibin hem Wezareta Dadê û hem jî Midûriyeta Girtîgehan sedem bi raya giştî re parve nekirine. Dema ku em behsa gihîştina tenduristiyê dikin, hemî nexweşî ji wir dest pê dikin. Rewşa girtiyê ku dema hat girtin nexweş bû, ji ber dermankirina pêwîst nehat kirin, nekontrolkirina di wextê xwe de, rewşa wî girantir dibe. "
 
'Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan'
 
Hatîceyê, bal kişand ser "Rûniştina F" ya ku her rojên şemiyê ji bo girtiyên nexweş li dar dixin û wiha got: "Em dixwazin girtiyên nexweş bi taybetî yên nexweşên giran demildest bên berdan. Ji bo vê jî divê girtiyên ku ji ber tenduristî, kêmendam û kalbûna xwe di girtîgehan de mane, bi taybetî jî Serokkomar bêyî pîvanên dualî û bêyî ku girtiyên li hundir û civakê ji hev dûr bixe, bên berdan. Em dixwazin ev siyaseta dijminane an perspektîfa dijminane, bi taybetî ji bo girtiyên siyasî were guherandin û nexweşên ku nikarin di girtîgehê de bimînin an jî li xwe xwedî derkevin, di zûtirîn demê de bên berdan."
 
'Neberdana girtiyên nexweş polîtîkaya dijmin e'
 
Hatîceyê bal kişand ser girtiya bi nexweşiya giran Hatîce Yildiz ku li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û ji sedî 70 astengdariya wê heye û diyar kir ku divê girtiyên nexweş ên giran ên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê demildest bên berdan. Hatîceyê got, “Ev bi temamî polîtîkaya dijminatiyê ya rêveberên dewletê yên pergalê ye. Beriya her tiştî, helbet, wek ku min niha jî got, divê kesên ku rewşa wan giran e, kesên ku pîr in û nikaribin xwe biparêzin bên berdan. 3 girtiyên giran jî li Metrîsê tên ragirtin. Ergîn her du destên xwe ji destikê winda ne. Serdal girtiyek bi felc e ji bejn û binî. Bi rastî jî êdî pêvajoya serbestberdana Serdal a bi denetim dest pê kiriye. Yanî ger girtiyê edlî bûya diviyabû Serdal 10 roj berê bihata berdan. Lê Serdal ji ber ku bi tevahî ji ber sedemên siyasî tê astengkirin, naşînin girtîgeheke vekirî û ji ber ku nayê şandin jî qanûna serbestberdana bi denetim nayê sepandin. Ji dema ku hatiye dadgehkirin û cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, mixabin zagonên pêwîst nayên cîbicîkirin."
 
'Bila berê me li girtîgehan be'
 
Hatîceyê bertek nîşanî binpêkirinan da û bi gotina "Mehkûmkirina mirovan ne li gorî mirovahiyê û ne jî wijdanê ye" bertek nîşan da û ev bang kir: "Em li bendê ne ku parêzvanên mafên mirovan, malbat, çapemenî û raya giştî di derbarê girtîgehan de her tim hestiyar bin. Divê yên li derve dengê xwe bilind bikin. Em dibînin ku heta ku nebe hevparê têkoşîn, şer û şerê wan, ti encamekê bi dest naxe. Divê ew ti carî dev jê bernedin.”