Dîlrûba hat tahliyekirin

  • 15:00 30 Tebax 2024
  • Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - Dilruba Kayserilioglu ya ku li Îzmîrê di hevpeyvîna kolanan de astengkirina Instagramê rexne kiribû hat girtin, hat berdan.
 
Dilruba Kayserioğlu ku li Îzmîrê di hevpeyvîna xwe ya kolanan de astengkirina Instagramê rexne kiribû, di 12’ê Tebaxê de bi îdiaya “gel tehrîkkirina kîn û dijminatiyê” hatibû girtin.
 
Îtîraza ji bo girtina Dilruba ku bi îdiaya 'gel tehrîkkirina kîn û 'heqareta li Serokkomar' hat redkirin. Piştre jî li ser îtîrazê heyeta dadgehê bi îdiaya "heqareta li serokomar" girtina Dilruba rakir û biryara qedexeya derketina derve da. Lê belê bi îdiaya "Gel tehrîk li kîn û dijminatiyê kiriye" biryar hat girtin ku girtina wê dewam bike.
 
Hat tahliyekirin
 
Dilruba ku 18 roj girtî ma, derengê şevê ji girtîgehê hat tahliyekirin.