Şewat û zimanê şaş ê medyayê

  • 09:02 23 Hezîran 2024
  • Medya Kritîk
 
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çapemenî rastiya şewata li Mêrdîn û Amedê bi îfadeya spekulatîf a “şewata pirêzê” vedişêre? Çima kes balê nakişîne ser kabloyên elektrîkê yan jî mudaxaleya dereng mayî? Gelo em dikarin bibêjin ku ev helwest etîka rojnamegeriyê tune dike û pêbaweriya medyayê ji holê radike?
 
Medya bi helwesta xwe ya neguherbar a li hember bûyerên ku em her sal di mehên havînê de pê re rû bi rû dimînin, carek din guh neda tiştên ku diviyabû bikira. Yek ji van bûyeran şewat e. Xweza bi mebestên cuda tê qirkirin. Em çawa dikarin vê yekê ji medyaya ku vê yekê paşguh dike re rave bikin?
 
Ne hewce ye ku pir dûr biçin. Şeva 20’ê Hezîranê qadeke mezin a di navbera navçeyên Şemrex ên Mêrdînê û Çinar a Amedê de di encama şewatê de bû ax. Di vê şewatê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar bûn. Li herêma ku şewat derket gelek sewalan jî jiyana xwe ji dest dan.
 
Niha em werin ser pirsa xwe ya sereke. Medyayê ev şewat ji kîjan perspektîfê dît? Ev perspektîf di berjewendiya hikûmetê de ye yan di berjewendiya gel de ye? Divê em bipirsin, bi ragihandina bûyerên ku sedema wan wek “çû qediya” nehatine tespîtkirin, we çi qezenc an jî winda kir? Di vê dewletê de bawerî bi medyayê tê an na? Helbet bersivên van pirsan jî hene, lê ji rewşa medyayê ya îroyîn re gotin bes têr nake. 
 
Bi lêkolîna nûçeyên çar rojnameyên cuda yên der barê şewatê de, em ê li ser bikaranîna pênaseya "Şewita pirêzê" rawestin, ku di van nûçeyan de hîn ne zelal e û nebûna zanyariyan li ser dereng bersivdayîna şewatê. Em ê jî diyar bikin ku medya bûyeran çawa radigihîne û ev kêmasî dikarin çi bandorê li xwendevanan bikin.
 
Rojnameya Sabahê di nûçeya xwe ya der barê şewatê de wiha got: “Li Amedê şewita pirêzê: Mezinahiya karesatê danê sibehê derket holê! Sernavê "Lêpirsîn hat destpêkirin" bi kar anî. Di sernavê nûçeya ku îfadeyên şahidên bûyerê tê de cih digire de gotina "Şewata pirêzê" dibe sedem ku xwendevan der barê sedema şewatê de agahiyên şaş bên girtin. Lê belê şahid balê dikişîne ser telên elektrîkê û bi bîr dixe ku diviyabû ev kablo demeke dirêj berê bihatana guhertin. Lê belê gotinên şahidên di derbarê kabloyên elektrîkê de hatin paşguhkirin.
 
Rojnameya Hurriyetê der barê bûyerê de sernavê "Li Amed û Mêrdînê şewata pirêzê: 6 mirî, 44 birîndar, 10 giran e" avêt. Gotara rojnameyê her ku di sernavê xwe de sedemek ne diyar jî di nav de xwendevanan dixapîne berdewam kir. Di nûçeyê de faktorên ku bûne sedema mezinbûna agir û mirinan nehatine diyarkirin.
 
Rojnameya Cumhuriyetê di nûçeya xwe ya der barê şewatê de bi sernavê "Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ragihand: 8 kesan di şewatê de jiyana xwe ji dest dan" de îfadeya "Şewata pirêzê" bi kar neaniye. Lê belê di nûçeyê de der barê derengketina mudaxaleyê de agahî nehat dayîn.
 
Rojnameya Yenî Şafakê jî der barê şewatê de manşeta xwe wiha bi nav kir: "Mudaxaleyê şewatê û lêpirsîn." Rojname di detayên nûçeyê de îfadeya “Şewata pirêzê” bi kar aniye û weke rojnameyên din Hurriyet û Sabahê di manşeta xwe de cih nedaye. Rojnameyê di nûçeya xwe de hûrgilî nedaye û nehiştiye ku xwendevan bi têra xwe agahiyê bigirin.
 
Di dema ragihandina bûyerekê de dayîna agahiyên derew û spekulatîf, her çendî sedem hîn ne diyar be jî, di warê exlaqê rojnamegeriyê de pirsgirêkên cidî derdixe holê. Ev rewş berovajî prensîbên bingehîn ên pîşeya rojnamevaniyê ye û nahêle xwendevan bigihêjin zanyariyên rast û zirarê dide pêbaweriya medyayê.
 
Rojnamegerî bi berpirsiyariya dayîna agahiyên rast bar e. Ev berpirsiyarî hewce dike ku bi hûrgulî rastbûna nûçeyan were kontrol kirin û ji spekulasyonê dûr bixe. Di warê etîka rojnamegeriyê de, piştrastkirina rastbûna nûçeyê û dayîna agahiyên rast ji xwendevanan re girîng e. Weşandina agahiyên nerast û nerastkirî xwendevanan dixapîne û raya giştî dixapîne. Her wiha belavkirina agahiyên derewîn ên ku baweriya gel dişkînin jî dibe sedema biryarên şaş û panîkê.
 
Li gorî van hemû encaman, îro, dema ku medya ji agahdarkirina raya giştî re pêşbaziyê bi hev re didomîne, sedemên wekî "zexta weşanê ya bilez", "pirsgirêka çavkaniyê", "medya û platformên dîjîtal" û "sernivîsên xefik ên tikandinê" beşdarî belavbûnê dibin. 
 
Etîka rojnamegeriyê hewce dike ku agahdariya rast û bêalî peyda bike. Ji ber vê yekê, girîng e ku rojnamevan û dezgehên ragihandinê berpirsiyariya xwe ya ragihandina agahiyên rast û dûrketina ji spekulasyonan pêk bînin.