Li Wanê sempozyûma çandiniyê: Modela li Rojava modela herî xurt e

  • 19:14 7 Îlon 2024
  • Rojane
WAN - Di "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" de hat destnîşankirin aborî û çandiniya komunal a li Rojavayê ku îlham ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye cihê hêvî û modela herî xurt e. 
 
Di çarçoveya Hevdîtinên Nan û Dadê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, rûniştina ewil a "Sempozyûma Avakirina Siberoja Çandinî û Xizayê" bi dawî bû. Di rûniştina dawî ya sempozyûmê de ku li Wanê tê lidarxistin, bersiva pirsa "Li kurdistanê polîtîkayên çandiniyê, divê çi bê kirin?" hat gengeşekirin. Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Mustafa Avci, Hamît Kûrt, Agît Ozdemîr û Necmettin Turk wekî axêver beşdar bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gülcan Kaçmaz Sayyîgît jî modertaoriya pêşkêşiyê kir. 
 
Ewilî Mustafa Avci axivî û  têkildarî kooperatîfa ku ava kiribûn û qeyûm tayinî şuna wî hatibû kirin, axivî. Mustafa diyar kir ku li vî bajarî fikira şaredarîvaniya bê şaredarî pêk anîne û wê vê yekê bidomînin. 
 
Paşê teknîkerê çandiniyê Hamît Kûrt axivî. Hamît jî bal kişand ser hebûna erden çandiniyê yên li seranserê cîhanê û Tirkiye û Kurdistanê û got ku ji bo geşkirina çandinî û sewalvaniyê divê şer bi dawî bibe. Hamît got: "Heya şer dewam bike wê çavkaniyên vî welatî ber bi fîşekan ve biçin û em ê di her qadê de paş de biçin." 
 
Agît Ozdemîr jî ku xwe wekî karkerê ekolojiya civakî pênase kir, bal kişand ser polîtîkayên bendavê yên dewletê û got ku polîtîkaya bendavê ji bo dewletê stratejik e. Agît destnîşan kir ku di heyameke wiha de ku krîza avhewayê kûr bûye bendav ji bo rojavayê wekî gefê tên bikaranîn.
 
Herî dawî Aktivîstê Hawirdor û Mafên Mirovan Necmettin Turk axivî. Necmettîn bi video konferansê ji Almanyayê tevlî sempozyûmê bû. Turk behsa avakirina çandiniyê ya li Rojavayê Kurdistanê kir. Necmettîndestnîşan kir ku qada wî ya xebatê Rojava ye û got: "Divê her kes van polîtîkayên qirker bibine, ji lew re hemû pêwendiya xwe bi dagirkeriyê hene.Aborî û çandiniya komunal a li Rojavayê ku îlham ji felsefeya Abdullah Ocalan girtiye cihê hêvî û modela herî xurt e.”