Şewata li Çewligê derketibû hat vemirandin

  • 13:14 25 Tebax 2024
  • Ekolojî
 
ÇEWLIG - Şewata daristanê ya duh li Çewligê derketibû û bi bandora bayê re belav bû, hate vemirandin. 
 
Şewata duh li çoltara Simsor û Perxûngoka Cêrina a Çewlikê derketibû û bi bandora bayê ber bi gundê Milayan ve belav dibû, hate kontrolkirin û vemirandin. Li ser agahdarkirina gundiyan Midûriyeta Kargeha Daristanan a Çewligê, wesayîtên agirkujiyê yên aydê Şaredariyên Çewlig û Darahênê, Îdareya Taybet a Bajêr, tîmên AFAD û cendermeyan sewqî herêmê hatin kirin. 
 
Şewat piştî mudaxileya tîman hate vemirandin.