Jinan li dijî polîtîkayên şerê taybet rêxistinbûn nîqaş kirin

  • 18:55 7 Îlon 2024
  • Rojane
QERS - Di atolyeya ku polîtîkayên şerê taybet hat nîqaşkirin de,  li dijî êrîşên li hember jinan girîngiya rêxistinbûnê hat vegotin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li bajaroka Bazarcix a Dîgor a Qersê  bi jinan re hatin gel hev. Berdevka Meclîsa Jinan a DBP'ê Berîvan Bahçecî, Endama Meclîsa Partiya Wekhevî û Demorkasiyê ya Gelan (DEM Partî) Hebûn Aslan û hevseroka DEM Partî ya Bazarcixê Gunay Erkmen tevli atolyeyê bûn.
 
Berîvan Bahçecî di atolyeyê de axivî û da zanîn ku li hemû cîhanê jin bi felsefeya ‘jin jiyan azadî’ xwe rêxistin dikin û got: “Em jinên Kurd xwedî li vê felsefeyê derdikevin. Em neçarin derkevin. Li dijî êrîşan divê em xwe rêxistin bikin. Divê jin li dijî polîtîkayên şerê taybet bihev re tevbigerin. Divê bi hev re bertek nîşan bidin. Tu tişt nikare îradeya jinê têk bibe.”
 
Hevdîtin bi nîqaşkirina rêxistinbûna li dijî polîtîkayên şer bidawî bû.