Car din rûniştina doza Werîşe Muradî hat taloqkirin

  • 08:37 29 Tebax 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî ku biryar bû duh bihata lidarxistin, dîsan ji ber amadenebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade bi cara duyemîn hat taloqkirin.
 
Tevna Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku biryar bû duh rûniştina doza çalakvana Kurd Werîşe Muradî bihata lidarxistin, lê dîsan ji ber amadenebûna nûnerê dozger û şêwirmendê dadgehê Dadwer Amûzade bi cara duyemîn ji bo demek nediyar hat paşxistin.
 
Ev cara duyeme ku rûniştina doza çalakvana siyasî ya Kurd tê taloqkirin.
 
Hêjayî gotinêye ku Werîşe Muradî ji bo şermezarkirina cezayê îdamê yên Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî di roja 4’ê Tebaxê de beşdarbûna rûniştina dozê red kiribû.