Li dijî xebatên madenê ya li Zozanê Hasandinê bertek

  • 18:04 24 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AMED - Welatiyên navçeya Pasûrê kemçeyên ji bo xebatên madenê anîn Zozanên Hasandinê dan sekinandin û bertek nîşan dan.
 
Xebatên madenê yên krom û hesin ên li Zozanê Hasandinê ya navçeya Pasûr a Amedê hatin destpêkirin, rastî bertekên gel hat. Wesayîtên sondajê yên şîrketên navenda wan Îzmîr, tevî leşkeran hatin herêmê. Gelek welatiyan bertek nîşan dan û pêşiya kemçeyan girtin. Kanên madenê dê bandoreke neyînî li ser gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan, Hêlin û Beyrokê bike û welatiyan gotin ku ew li dijî vê ne.