Dîsa li Mêrdînê şewat derket

  • 21:46 21 Hezîran 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN – Welatiyên ku xwestin mudaxeleyî şewata ku li gelek taxên gundewarî yên Rişmillê derket, ji bo vemirandina şewatê piştgirî xwestin.
 
Li taxên Aluca û Zeytuna yên navçeya Rişmillê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatiyên ku xwestin mudaxeleyî şewata ku bi lez û bez belavî taxên Xirbê Qabla û Kurdîsê yên Artukluyê bibin, diyar kirin ku nikarin agir kontrol bikin û piştgirî xwestin.