Çalakiya Emîne Şenyaşar di roja 31’emîn de ye

  • 18:32 21 Îlon 2024
  • Rojane
ENQERE- Emîne Şenyaşar di 31'emîn roja nobeta edaletê ya li ber  Meclisê de bi dovîza destê xwe edalet xwest.
 
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsa Rihayê di 14’ê hezîrana 2018’an de du kurên wê û hevjînê wê ji hêla parazvan û xizmên parlamenterê AKP’î yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine qetilkirin û kurekî wê jî hatiye girtin, di roja 31'emîn de li Meclisê berdewam kir.
 
Emîneyê bi dovîza destê xwe tahliyeya kurê xwe Fadil xwest.