Dîsa li Mêrdînê şewat derket 2024-06-21 21:46:09     MÊRDÎN – Welatiyên ku xwestin mudaxeleyî şewata ku li gelek taxên gundewarî yên Rişmillê derket, ji bo vemirandina şewatê piştgirî xwestin.   Li taxên Aluca û Zeytuna yên navçeya Rişmillê ya Mêrdînê ji ber sedemeke nediyar şewat derket. Welatiyên ku xwestin mudaxeleyî şewata ku bi lez û bez belavî taxên Xirbê Qabla û Kurdîsê yên Artukluyê bibin, diyar kirin ku nikarin agir kontrol bikin û piştgirî xwestin.