Li Stenbolê li dijî xespkirina îradeyê meş

  • 21:35 12 Hezîran 2024
  • Rojane
STENBOL- Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, li dijî xespkirina îradeyê meş pêk anîn.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya  Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê li Kolana Demokrasî ya li Sancaktepe meş pêk anîn.  Di meşê de pankarta ‘Şaredarî yên me ne em destur nadin xespkıirinê’ vekirin û bê navber dirûşmeya ‘bijî berxwedana Colemêrgê’ hat berzkirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û gelek kes tevli bûn. 
 
Tevî hemû êrîşan girseyê barîkat rakirin û li kolanan meşa xwe domandin. Di çalakiyê de nêzî 20 kesî hatin binçavkirin.
 
Yên hatin binçavkirin  nehat hînbûn ku birine ku derê.