Li Stenbolê li dijî xespkirina îradeyê meş 2024-06-12 21:35:10   STENBOL- Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê, li dijî xespkirina îradeyê meş pêk anîn.   Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya  Stenbolê li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê li Kolana Demokrasî ya li Sancaktepe meş pêk anîn.  Di meşê de pankarta ‘Şaredarî yên me ne em destur nadin xespkıirinê’ vekirin û bê navber dirûşmeya ‘bijî berxwedana Colemêrgê’ hat berzkirin. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek û gelek kes tevli bûn.    Tevî hemû êrîşan girseyê barîkat rakirin û li kolanan meşa xwe domandin. Di çalakiyê de nêzî 20 kesî hatin binçavkirin.   Yên hatin binçavkirin  nehat hînbûn ku birine ku derê.