Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin

  • 11:25 12 Hezîran 2024
  • Hiqûq
 
 
AMED - 6 siyasetmedarên ku di 8'ê Hezîranê de li navçeya Erxeniyê hatibûn binçavkirin hatin girtin. 
 
Hevşaredarên Erxenî yê berê Ahmet Kaya, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin û cîgirên hevşaredarên berê Gulîstan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya di 8’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.