Li Amedê 6 siyasetmedar hatin girtin 2024-06-12 11:25:42       AMED - 6 siyasetmedarên ku di 8'ê Hezîranê de li navçeya Erxeniyê hatibûn binçavkirin hatin girtin.    Hevşaredarên Erxenî yê berê Ahmet Kaya, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin û cîgirên hevşaredarên berê Gulîstan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya di 8’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin hatin girtin.