ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN

  • 09:00 7 Hezîran 2024
  • Rojev
 
*Piştî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê bû li ber şaredariyên DEM Partiyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Jinên di çalakiyê de cih girtin diyar kirin ku qeyûm pêkanînek taybet a li ser îradeya Kurdan e û ev peyam dan: “Wê di lîstikên xwe yên qirêj de bifetisin.”
DÎMEN HEYE 
 
*Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. Mirina 18 jin û 2 zarokan  jî bi guman e. 
 Bîlançoya tundî û qetilkirina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe.  Gumanbar bê ceza tên hiştin, bi polîtîkayên hikûmetê tên parastin û sûcên li hemberî jinan bi gotinên desthilatdariyê rewa tên dîtin. 
 
*Endama komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Wanê Berîvan Tîbelîk der barê îhtîmala ku gumanbarê destdirêjiyê cerdevan Bişar Atli bireve banga piştevaniyê li STO û rêxistinên jinan kir. DÎMEN HEYE