ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-07 09:00:00     *Piştî qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê bû li ber şaredariyên DEM Partiyê çalakiya rûniştinê hat destpêkirin. Jinên di çalakiyê de cih girtin diyar kirin ku qeyûm pêkanînek taybet a li ser îradeya Kurdan e û ev peyam dan: “Wê di lîstikên xwe yên qirêj de bifetisin.” DÎMEN HEYE    *Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Gulanê 34 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. Mirina 18 jin û 2 zarokan  jî bi guman e.   Bîlançoya tundî û qetilkirina jinan li Kurdistan û Tirkiyeyê her ku diçe zêdetir dibe.  Gumanbar bê ceza tên hiştin, bi polîtîkayên hikûmetê tên parastin û sûcên li hemberî jinan bi gotinên desthilatdariyê rewa tên dîtin.    *Endama komîsyona Jinan a Şaxa ÎHD’a Wanê Berîvan Tîbelîk der barê îhtîmala ku gumanbarê destdirêjiyê cerdevan Bişar Atli bireve banga piştevaniyê li STO û rêxistinên jinan kir. DÎMEN HEYE