Hevserokên giştî çûn serdana malbata Mehmet Siddik Akiş

  • 19:07 6 Hezîran 2024
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana malbata hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê qeyûm tayînê şûna wî hat kirin û hat girtinê.
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakiryan çûn serdana malbata  hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê qeyûm tayînê şûna wî hat kirin û 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û hat girtinê. Hevserok û parlamener li ber derî hatin pêşwazîkirin û piştre bi malbatê re sohbet hat kirin. Tulayê got wê ligel mabatê bin û li dijî xespkirina îradeyê têbikoşin.