Hevserokên giştî çûn serdana malbata Mehmet Siddik Akiş 2024-06-06 19:07:14   COLEMÊRG - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, çûn serdana malbata hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê qeyûm tayînê şûna wî hat kirin û hat girtinê.   Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakiryan çûn serdana malbata  hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş yê qeyûm tayînê şûna wî hat kirin û 19 sal û 6 meh ceza lê hat birîn û hat girtinê. Hevserok û parlamener li ber derî hatin pêşwazîkirin û piştre bi malbatê re sohbet hat kirin. Tulayê got wê ligel mabatê bin û li dijî xespkirina îradeyê têbikoşin.