Li Reîmsê jinan ji CPT re bi sedan name şandin

  • 18:48 6 Hezîran 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Reîmsê jî tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ,ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin, bûn.
 
aJinên Kurd ên li bajarê Reîms a Fransayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û CPT erka xwe bi cih bîne ketin tevgerê.
 
Di çarçoveya kampanyayê de jinan bi sedan nameyên îmzekirî berhev kirin û birin Postexaneya Navendî ya Reîmsê.
 
Jinan di nameyê de gotin: “Rêber Apo vîna gel û jinan e. Em ê di her şert û mercê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têbikoşin.”