Li Reîmsê jinan ji CPT re bi sedan name şandin 2024-06-06 18:48:50   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Kurd ên li Reîmsê jî tevlî kampanyaya şandina nameyan a ji CPT’ê re ,ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hatiye destpêkirin, bûn.   aJinên Kurd ên li bajarê Reîms a Fransayê ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û CPT erka xwe bi cih bîne ketin tevgerê.   Di çarçoveya kampanyayê de jinan bi sedan nameyên îmzekirî berhev kirin û birin Postexaneya Navendî ya Reîmsê.   Jinan di nameyê de gotin: “Rêber Apo vîna gel û jinan e. Em ê di her şert û mercê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe têbikoşin.”