Sebahat Tuncel bi dayikan re hat gel hev

  • 14:21 6 Hezîran 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Siyasetmedar Sebahat Tuncel li Stenbolê serdana Dayikên Aştiyê û dayikên di Nobeda Edaletê de kir.
 
Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ku ji Doza Kobanê hat tahliyekirin, serdana Dayikên Aştiyê yên Stenbolê û dayiêên di Nobeda Edaletê de kir. Dayikên ku li komeleya xwe ya li Stenbolê serdan qebûl kirin, Sebahatê bi çepikan pêşwazî kirin.
 
Di serdanê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hatîce Çalihan a ku di rojên borî de ji Girtîgeha Şakranê hat tahliyekirin jî di serdanê de cih girtin.
 
Serdan bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.