Sebahat Tuncel bi dayikan re hat gel hev 2024-06-06 14:21:03     STENBOL - Siyasetmedar Sebahat Tuncel li Stenbolê serdana Dayikên Aştiyê û dayikên di Nobeda Edaletê de kir.   Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel a ku ji Doza Kobanê hat tahliyekirin, serdana Dayikên Aştiyê yên Stenbolê û dayiêên di Nobeda Edaletê de kir. Dayikên ku li komeleya xwe ya li Stenbolê serdan qebûl kirin, Sebahatê bi çepikan pêşwazî kirin.   Di serdanê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Hatîce Çalihan a ku di rojên borî de ji Girtîgeha Şakranê hat tahliyekirin jî di serdanê de cih girtin.   Serdan bi dirûşma, "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.