Li Kabê hevdîtina jinan

  • 16:44 31 Gulan 2024
  • Rojane
 
AMED - Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û endamên meclîsa şaredariyê bi jinên Kabê re gihaştin hevdû.
 
Bi tevlîbûna Hevşaredara Sûra Amedê Fatma Gulan Onkol û endamên meclîsa şaredariyê li taxa Kabê hevdîtina jinan hat lidarxistdin. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn. 
 
Fatma Gulan, di hevdîtinê de xitabî jinan kir û diyar kir ku bi taybetî îro ji bo jinan hatin,  dixwazin jinan guhdarbikin û pirsgirêkên jinan hîn bibin. 
 
Jinên ku tevlî hevdîtinê bûn yek bi yek behsa pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên taxê kirin. Jinan daxwazên xwe anîn ziman. 
 
Piştî jinan Hevşaredar Gulan carek din mafê axaftinê girt û got: "Dema jin di her qadê de tevlî jiyanê dibe bêtir bi hêz dibe. Me daxwazên we wek nişe girt. Ji bo çareseriya pisgirêkan em ê demildest bikevin nav hewldanan."
 
Hevdîtina jinan li Kabê bi tilîliyan bi dawî bû.