Li Kabê hevdîtina jinan 2024-05-31 16:44:11     AMED - Hevşaredara Sûrê Fatma Gulan Onkol û endamên meclîsa şaredariyê bi jinên Kabê re gihaştin hevdû.   Bi tevlîbûna Hevşaredara Sûra Amedê Fatma Gulan Onkol û endamên meclîsa şaredariyê li taxa Kabê hevdîtina jinan hat lidarxistdin. Gelek jin tevlî hevdîtinê bûn.    Fatma Gulan, di hevdîtinê de xitabî jinan kir û diyar kir ku bi taybetî îro ji bo jinan hatin,  dixwazin jinan guhdarbikin û pirsgirêkên jinan hîn bibin.    Jinên ku tevlî hevdîtinê bûn yek bi yek behsa pirsgirêkên xwe û pirsgirêkên taxê kirin. Jinan daxwazên xwe anîn ziman.    Piştî jinan Hevşaredar Gulan carek din mafê axaftinê girt û got: "Dema jin di her qadê de tevlî jiyanê dibe bêtir bi hêz dibe. Me daxwazên we wek nişe girt. Ji bo çareseriya pisgirêkan em ê demildest bikevin nav hewldanan."   Hevdîtina jinan li Kabê bi tilîliyan bi dawî bû.