Karname li xwendekaran hatin belavkirin

  • 14:36 30 Gulan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karnameyên sala perwerdeyê ya 2023/2024 li xwendekaran hatin belavkirin.
 
Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên dawiya sala perwerdeyê ya 2023/2024’an di 23’yê Gulanê de bi dawî bibûn.
 
Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro karnameyên perwerdeyê li xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî belav kirin. Xwendekarên serkeftî jî hatin xelatkirin.
 
Sala xwendinê ya 2023/2024'an di 5´ê Îlona 2023'yan de dest pê kir û di 23'ê Gulanê de bi dawî bû.