Karname li xwendekaran hatin belavkirin 2024-05-30 14:36:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karnameyên sala perwerdeyê ya 2023/2024 li xwendekaran hatin belavkirin.   Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ezmûnên dawiya sala perwerdeyê ya 2023/2024’an di 23’yê Gulanê de bi dawî bibûn.   Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro karnameyên perwerdeyê li xwendekarên astên seretayî, navîn û amadehî belav kirin. Xwendekarên serkeftî jî hatin xelatkirin.   Sala xwendinê ya 2023/2024'an di 5´ê Îlona 2023'yan de dest pê kir û di 23'ê Gulanê de bi dawî bû.