ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN

  • 09:00 30 Gulan 2024
  • Rojev
 
*Parêzer Anya Lean bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî zextên Tirkiyeyê û cezayên li siyasetmedarên Kurd tê birîn wek berjewendî nirxand û got: “Em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin.”
 
*Endama PM DEM Partiyê Beybûn Aslan balkişand ser hilbijartinên wê ji nûve li Periyê bê kirin  û got: “Her dengek wê bersivek be. Ji bo pêşerojek azad divê em xwedî li vîna xwe derkevin.” BI DÎMEN 
 
* Şaerdariya Rêya Armûşê porojeyên xwe yên ji bo jinan pêk anîn. Bi projeya ‘Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz’ starta xebatên xwe yên ji bo jinan da. BI DÎMEN 
 
*Dayika, Veysî Aktaş yê li Îmraliyê tê girtin û tevî ku 30 sal cezayê wî temam bûye jî tahliyeya wî salek hat taloqkirin, wiha bertek nîşan da: “Li Tirkiyeyê edelet tuneye.” DÎMEN HEYE