ROJEVA 30'YÊ GULANA 2024'AN 2024-05-30 09:00:00     *Parêzer Anya Lean bêdengiya qada navneteweyî ya li dijî zextên Tirkiyeyê û cezayên li siyasetmedarên Kurd tê birîn wek berjewendî nirxand û got: “Em ê ji YE’yê gotinên zelal nebihîzin.”   *Endama PM DEM Partiyê Beybûn Aslan balkişand ser hilbijartinên wê ji nûve li Periyê bê kirin  û got: “Her dengek wê bersivek be. Ji bo pêşerojek azad divê em xwedî li vîna xwe derkevin.” BI DÎMEN    * Şaerdariya Rêya Armûşê porojeyên xwe yên ji bo jinan pêk anîn. Bi projeya ‘Bîstanê Bajar ê Denîz Poyraz’ starta xebatên xwe yên ji bo jinan da. BI DÎMEN    *Dayika, Veysî Aktaş yê li Îmraliyê tê girtin û tevî ku 30 sal cezayê wî temam bûye jî tahliyeya wî salek hat taloqkirin, wiha bertek nîşan da: “Li Tirkiyeyê edelet tuneye.” DÎMEN HEYE