Şaredariya Dêrikê çem paqij kir

  • 13:23 24 Cotmeh 2019
  • Ekolojî
MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê ji bo xetimandin û lehî çênebe dest bi xebata paqijiya çem kir. 
 
Şaredariya Dêrikê li Kuçeya Qûbulmê ji bo li dijî biserdeçûna avê tedbîrê bigire çem paqij kir. Berê jî li kuçeyên Girêsor, Remok û Xanîka xebata paqijiya çem hatibû kirin. 
 
Hat diyarkirin ku ew ê xebata ji bo paqijkirina çem dewam bike.