Şaredariya Dêrikê çem paqij kir 2019-10-24 13:23:45   MÊRDÎN - Şaredariya Dêrikê ji bo xetimandin û lehî çênebe dest bi xebata paqijiya çem kir.    Şaredariya Dêrikê li Kuçeya Qûbulmê ji bo li dijî biserdeçûna avê tedbîrê bigire çem paqij kir. Berê jî li kuçeyên Girêsor, Remok û Xanîka xebata paqijiya çem hatibû kirin.    Hat diyarkirin ku ew ê xebata ji bo paqijkirina çem dewam bike.