Agirê li Pasûrê hat kontrolkirin

  • 15:42 3 Îlon 2019
  • Ekolojî
AMED - Do bi avêtina topan a qereqola Pasûrê agir bi daristanê ketibû. Agirê bi daristanê ketibû bi mudaxaleya welatiyan hat kontrolkirin. 
 
Do li Kuçeya Barîna Navçeya Pasûrê ya Amedê di encama avêtina topan a ji qereqolê agir bi daristanê ketibû. Tevî astengiyên leşkeran jî nêzî 30 kesî mudaxaleyî agir kirin û kirin binê kontrolê. 
 
Hat diyarkirin ku di encama agirê ku do bi daristanê ket de, ji hezar donimî bêtir qad şewitiye.