Agirê li Pasûrê hat kontrolkirin 2019-09-03 15:42:49   AMED - Do bi avêtina topan a qereqola Pasûrê agir bi daristanê ketibû. Agirê bi daristanê ketibû bi mudaxaleya welatiyan hat kontrolkirin.    Do li Kuçeya Barîna Navçeya Pasûrê ya Amedê di encama avêtina topan a ji qereqolê agir bi daristanê ketibû. Tevî astengiyên leşkeran jî nêzî 30 kesî mudaxaleyî agir kirin û kirin binê kontrolê.    Hat diyarkirin ku di encama agirê ku do bi daristanê ket de, ji hezar donimî bêtir qad şewitiye.