Di 44 salên dawî de cureyên ajalan nêvî kêm bûye

  • 14:59 13 Tebax 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gor lêkolînên ku hatine kirin ji ber qadên ajalan ji aliyê mirovan tê tunekirin cureyên ajalan nêvî kêm bûne. 
 
Li gor daneyên Weqfa Parastina Jiyan û Xwezayê ya Cîhanê ji ber qadên ajalan ji aliyê mirovan tê tunekirin di 44 salên dawî de cureyên ajalan nêvî kêm bûye. Hat diyarkirin bi taybet hejmara beq û meymûnan kêm bûye. Her wiha hat gotin ku sedem jê ew e ku ji ber daristan tên tunekirin cureyê ajalan kêm dibin. 
 
Li daxuyaniya Şaxa Elmanyayê ya WWF'ê li tevahiya cîhanê li daristanan cureyên ajalan kêm dibin. 
 
'Rêbaza têkoşîna herî baş a li dijî guhertina hewayê daristan in'
 
Her wiha li gor daxuyaniya Enstutiya Teknolojiya Federal a Zurihê rêbaza têkoşîna herî baş a li dijî guhertina hewayê daristan in.