Di 44 salên dawî de cureyên ajalan nêvî kêm bûye 2019-08-13 14:59:51   NAVENDA NÛÇEYAN-Li gor lêkolînên ku hatine kirin ji ber qadên ajalan ji aliyê mirovan tê tunekirin cureyên ajalan nêvî kêm bûne.    Li gor daneyên Weqfa Parastina Jiyan û Xwezayê ya Cîhanê ji ber qadên ajalan ji aliyê mirovan tê tunekirin di 44 salên dawî de cureyên ajalan nêvî kêm bûye. Hat diyarkirin bi taybet hejmara beq û meymûnan kêm bûye. Her wiha hat gotin ku sedem jê ew e ku ji ber daristan tên tunekirin cureyê ajalan kêm dibin.    Li daxuyaniya Şaxa Elmanyayê ya WWF'ê li tevahiya cîhanê li daristanan cureyên ajalan kêm dibin.    'Rêbaza têkoşîna herî baş a li dijî guhertina hewayê daristan in'   Her wiha li gor daxuyaniya Enstutiya Teknolojiya Federal a Zurihê rêbaza têkoşîna herî baş a li dijî guhertina hewayê daristan in.