Di meşa Elmanyayê de: Heskîf divê bê parastin

  • 10:29 8 Hezîran 2019
  • Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mûnîhê ya Elmanyayê ciwan û zarok neçûn dibistanê û tevlî meşa ji bo avhewayê bûn. Di meşê de qala parastina Heskîfê hat kirin.
 
Li Elmanyayê ji bo avhewayê çalakiyek hat li darxistin û ciwan û zarok neçûn dibistanê. Çalakî li Qada Max- Joseph a Mûnîhê pêk hat. Her wiha Komuna Jinan a Sarayê jî tevlî çalakiyê bû. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Dr. Vîldan Seçkîner di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Heskîf ê. 
 
Vîldan, bang li raya giştî û Tirkiyeyê kir ku projeyê rawestînin û wiha got: "Heskîf û derdora wê ku ji 10 krîterên mîrateya çandî ya UNESCO'yê 9'an jê vedihewîne, bi vê projeyê hatiye hilweşandin. Divê pêşî li vê rewşê were girtin."