Di meşa Elmanyayê de: Heskîf divê bê parastin 2019-06-08 10:29:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Mûnîhê ya Elmanyayê ciwan û zarok neçûn dibistanê û tevlî meşa ji bo avhewayê bûn. Di meşê de qala parastina Heskîfê hat kirin.   Li Elmanyayê ji bo avhewayê çalakiyek hat li darxistin û ciwan û zarok neçûn dibistanê. Çalakî li Qada Max- Joseph a Mûnîhê pêk hat. Her wiha Komuna Jinan a Sarayê jî tevlî çalakiyê bû. Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Dr. Vîldan Seçkîner di çalakiyê de axivî û bal kişand ser Heskîf ê.    Vîldan, bang li raya giştî û Tirkiyeyê kir ku projeyê rawestînin û wiha got: "Heskîf û derdora wê ku ji 10 krîterên mîrateya çandî ya UNESCO'yê 9'an jê vedihewîne, bi vê projeyê hatiye hilweşandin. Divê pêşî li vê rewşê were girtin."