Li Ermenîstanê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

  • 14:06 13 Nîsan 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Ermenîstanê jineke bi  awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye, hate dîtin.
 
Li Paytexta Ermenîstanê li Erîvanê jineke bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye hate ditin. Komîteya Lêpirsînê ya Ermenîstanê, anî ziman ku jina jiyana xwe dest daye keça fermandarê ji servîsa ewlehiya sînor a Rûs e. Her wiha komîteyê got li hinda cenaze çekek jî hebûye. 
 
Li gorî nûçeya di Sputnîk Tirkî de, Komîteya Lêpirsînê diyar kir ku ji bo mirina bi guman di bin navê “kaşkirina xwekuştinê” de lêpirsîn hatiye destpêkirin. Komîteyê derbarê lepirsinê de ev agahî da: "Xwestina rapora tiba edlî ya berfireh û muayeneya balîstîk a edlî." Lepirsîn berdewam dike.