Li Afganistanê 3 jinên tendirustvan hatin qetilkirin

  • 13:10 30 Adar 2021
  • Cîhan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Afganistana ku di rojên borî de 3 rojnameger bi suîqestê hatin qetilkirin, vê carê jî 3 jinên tendirustvan hatin qetilkirin.
 
Li bajarê Nangarhar, 3 jinên tendirustvan ku ji bo aşiya felca zarokan hatibûn peywirdarkirin li bajarê Celalabad bi çekê hatin qetilkirin. 
 
 Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, êrîşa yekem li bajarê Celalabat ê Herêma Mecburabad pêk hat. Jina ku tevli kampanya aşîkirinê bibû, di encama êrîşa bi çek de jiyana xwe ji dest da. Piştî êrîşa yekem ji saetekê kêmtir, li bajarê Celalabad li herêma Lal Kasim Aga êrîşa duyemîn rûda. Di encama êrîşê de 2 jinên ku tevli kampanya aşîkirinê bibûn di encama êrîşa çekdarî de hatin qetilkirin. 
 
Li gel ku çavkaniyên fermî derbarê êrîşan de tu daxuyanî nedan, tu kesî suîqest jî negirtin ser xwe.
 
Pêvajoya aştiyê
 
Piştî ku hevdîtinên aştiyê di navbera hikûmeta Afganistan û Talîbanê de hatin destpêkirin û şûnde êrîşên çekdarî yên li navendên bajaran jî zêde bûne. Beriya vê jî LI Celalabadê 3 jinên rojnameger hatibûn qetilkirin û êrîş jî DAÎŞ'ê girtibû ser xwe. Li gel ku hikûmet ji van êrîşên tên kirin Talîbanê berpirs digire jî Talîban vê sûcdariyê red dike.