Li Londonê jin ji bo Sarah daketin qadan

  • 12:32 14 Adar 2021
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî ku li Londonê polîs Wayne Couz, bi kuştina Sarah Everard hat sûcdarkirin bi hezaran jin daketin qadan.
 
Piştî ku li Londonê polîs Wayne Couz, bi kuştina Sarah Everarda 33 salî hat sûcdarkirin bi hezaran jin daketin qadan. Polîs êrîşî jinên çalakvan kir. Êrîşa li heberî jinên çalakvan bû sedema bertekên rêxisitnên jinan û siyasetmedaran. Herwiha hat ragihandin ku derbarê polîsên êrîşkar de jî lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
Polîsa 48 salî Wayne Couzens ku bi sûcdariya kuştinê hat binçavkirin derxistin dadgehê. Hat diyarkirin ku Wayne tenê ji bo nasnameya xwe teyît bike li dadgehê axivî ye.